Wezîrê Berevaniya Îtalyayê gihîst Hewlêrê
22 rêbendan 2020 00:12
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Îtalyayê Lorenzo Guerini piştî serdana Bexdayê, bi serdaneke fermî îro êvarê gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.
Guerînî di nav 25 rojên dawû de, cara duyem e ku serdana Kurdistanê dike.
Wezîrê Îtalî li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge yê Kurdistanê Şoreş Îsmaîl û hejmarek berpirsên sîyasî û serbazî yên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.
Îtalya yek ji wan welatên ji aliyê lojîstîkî ve alîkarîya hêzên Pêşmerge dike û beşdarê projeya rahênana Pêşmerge ye.
Guerînî 17ê Kanûna 2019an serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civîya bû û soza alîkariyên berdewam dabû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Wezîrê bergiriyê yê Îtalyayê gihîst Hewlêrê
28 îln 2020
Cîhan
Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniya Îtalyayê civiyan
22 brf 2024
Jiyan
Wezîrê Berevaniya Brîtanya: Kestiya sîxûr a Rûsî gihîstiye sînorên me
19 mjd 2025
Jiyan
Wezîrê Berevaniya Iraqê: Îranê ji bo êrîsa Hewlêrê em agahdar nekirine
17 rbn 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin