Wezîrê berê yê Amerîkayê ji ber nexwesiya koronayê mir
18 cotmeh 2021 21:10
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê Colin Powell îro Duşemê ji ber nexweşîya vîrusa koronayê mir.
Colin Powell 84 salî bû, berî ku di dema serokatîya George W. Bush de bibe wezîrê derve bûbû serokerkanê artêşa Amerîka û herwiha şêwirmendê ewlekarîya niştimanî yê Amerîkayê jî bû.
Powell yekem Amerîkîyê Afrîkî bû ku posta wezîrê derve werbigire û genctirîn û yekemîn Amerîkîyê Afrîkî bû ku di posta serok erkanên leşkerîya Amerîkî de cih bigire.
Colin Powell bixwe endamekî Partîya Komarî bû û xwedî roleke serekî bû di şerê Amerîkayê li Iraqê de.
Malabata Powell ragihandiye ku ew bi temamî li dijî vîrusa koronayê hatibû derzîlêdan.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rubio nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re sand
09 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin