Wezîrê bajarvaniyê Özhaseki: Zerara maddî ya erdhejê 100 mîlyar dolar e

28 hezîran 2023 02:18
Wezîrê bajarvaniyê Özhaseki: Zerara maddî ya erdhejê 100 mîlyar dolar e

PeyamaKurd – Wezîrê bajarvaniyê û guherîna kêşûhewayê Mehmet Özhaseki ragihand ku heya xaniyên erdhejê ava bibin û teslîmê xwediyên xwe bikin wê li herêma erdhejê bimînin û di erdhejê de zerara maddî ya ku gihaye xelkê 100 mîlyar dolare. Özhaseki weha got:

“Di hilbijartina herî zahmet ya Tirkiyê de we ji bo rastiyê dengên xwe da û we serokkomar derxist meqamê serokkomariyê. Xwedê derfetê nede xeraban. Temamê wezîrên me li herêma erdhejê wezîfedarin. Wê limêja cejnê li vê derê bikin. Ez sibê diçim aliyê Maraşê. Heya xaniyan temam bikin ez ê li wê derê bimînim. Heya xelk heqqê xwe helal bike em li van derane. Em ji van deran naçin. Bila herkes bizanibe.

Me çi sozan dabe em ê bicîh bînin. Ne hêsane. 50 hezar canên me dibin axê de ne. Lê em nikarin wan bi paş de bînin. Zerara me ya maddî 100 milyar dolare. Ka tiştekî weha di budçê de heye? Lê Xwedê  mezine. Em bawer dikin.”