Wezîra Karên Derve ya Kanadayê: Dilê min bi hezkiriyên Jîna Emînî û jinên Îranê re ye

21 îlon 2022 13:27
Wezîra Karên Derve ya Kanadayê: Dilê min bi hezkiriyên Jîna Emînî û jinên Îranê re ye

PeyamaKurd – Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Melanie Joly li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî de diyar kir: “Kanada banga lêpirsînek tam û zelal li ser mirina Masha Emînî dike. Em daxwazê ji Îranê dikin ku dawî li her cure destdirêjî û cudakariyê ya li ser jinan bîne û rêzê li mafê xwepêşandanên aştiyane bigire.”

Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Melanie Joly di derbarê kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî de, li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek belav kir, di tweeta xwe de sersaxiyê li hezkiriyên keça Kurd kir û da zanîn: “Mahsa Emînî dema li Îranê di girtîgehê de bû can da. Dilê min bi hezkiriyên wê û jinên Îranê re ye.”

Herwiha di beşeke din a daxuyaniya xwe de Joly ji bo lêpirsêneke zelal bang li Îranê kir û got: “Kanada banga lêpirsînek tam û zelal li ser mirina wê dike. Em daxwazê ji Îranê dikin ku dawî li her cure destdirêjî û cudakariyê ya li ser jinan bîne û rêzê li mafê xwepêşandanên aştiyane bigire.”