Wezîra Karên Derve ya Almanyayê di demeke nêz de serdana Ukraynayê dike
06 gulan 2022 17:35
PeyamaKurd – Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz di civîneke çapemeniyê de axivî û diyar kir, Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock wê di demeke nêz de serdana Ukraynayê bike.
Olaf Scholz da zanîn: “Roja pêncşema borî, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky û Serokê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier gotûbêjeke baş li ser nakokiyan encam dan.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, di meha Nîsanê de Serokê Almanyayê bi niyaz bû serdana Kîevê bike, lê belê Ukrayna red kir ku pêşwaziyê lê bike, ev jî ji ber wê yekê bû ku beriya niha Steinmeier piştevaniya gotûbêjkirina ligel Rûsyayê kiribû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Nêçîrvan Barzanî, Wezîra Karên Derve ya Almanyayê qebûl kir
08 adr 2023
Cîhan
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîra Derve ya Almanyayê re civiya
08 adr 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin