Wezîra Berevaniyê ya Fransayê: DAIS dubare xwe bihêz dike
PeyamaKurd – Di derbarê ji nû ve derketina DAIŞê de, Wezîra Berevaniyê ya Fransayê Florence Parly, hişyariyê da û got, DAIŞ dubare xwe bihêz dike. Parly, diyar kir, divê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, şerê terorê bê kirin.
Li gor Wezîra Berevaniyê ya Fransayê destnîşan kir, welatê wê duyem mezintirîn welatê endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ye û bi awayekî daîmî çend balafirên şer li Urdinê bicîh kirine da ku bi wê rêyê bikaribin zanyariyên îstîxbaratî li ser DAIŞê kom bikin û êrîşan dijî wê bikin.
Wezîra Berevaniyê ya Fransayê Florence Parly di derbarê têkoşîna DAIŞê de eşkere kir: “Fransa duyem mezintirîn welatê endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ye. Ji ber wê yekê ye ku me balafirên xwe bi awayekî daîmî li Urdinê bicîh kirine, da ku bi rêya komkirina wêne, zanyariyên îstîxbaratî û pêkanîna êrîşan, xizmeta Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê bikin.”
Herwiha Florence Parly berdewam kir û got: “Lewra me biryar da keştiya balafirhilgir bişînin wê derê, ji ber li gor me, di vê demê de DAIŞ bi wê yekê ve mijûl e hêzê bidest bixe. Em dikarin behsa awayekî ji awayên derketina wê rêxistinê bikin, lewra girîng û pêwîst e bi me da ku di çarçoveya vê Hevpeymaniyê de li ser şerê dijî terorê berdewam bin.”
Ev di demekê de ye, ku do Fransayê keştiya balafirhilgir “Charles de Gaulle” ji bendera bajarê Toulonê ber bi sînorên avî yên Kendavê xist tevgerê, da ku beşdarî şerê dijî DAIŞê bibe. Wezîra Berevaniyê ya wî welatî Florence Parly dide zanîn, sedema şandina wê keştiyê bo Kendavê ew e ku li gor Fransayê, DAIŞ xwe bihêz dike.
Du keştiyên din ên serbazî yên êrîşker, keştiyeke sotemeniyê, jêrderyayiyeke êrîşker û sê keştiyên serbazî yên Belcîkî, Yunanî û keştiyeke wêranker a Amerîkî ligel Keştiya Charles de Gaulle ya Fransî bo sînorên avî yên Kendavê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin