Fransayê bi mûsekan êrisî Sûriyeye kir: “DAIS hat armanckirin”

31 berfanbar 2024 17:49
Fransayê bi mûsekan êrisî Sûriyeye kir: “DAIS hat armanckirin”

PeyamaKurd – Piştî ku li Sûriyeyê komên mixalif ên bi pêşengiya Tehrîr El Şam (HTŞ) paytext Şamê kontrol kirin, rêveberiya Beşar Esad hilweşiya, piştî Amerîkayê, Fransayê jî ragihand ku li dijî DAIŞê êrîşeke hewayî pêk aniye.

Li gorî nûçeya Ajansa Reutersê, Wezîrê Hêzên Çekdarî ên Fransayê, Sebastien Lecornu li ser platforma xwe ya medyaya civakî daxuyaniyek parve kir. 

Lecornu di gotara xwe de got: “Roja yekşemê, hêzên esmanî yên fransî êrîşên armanckirî birin ser navendên ‘Dewleta Îslamî’ (DAIŞ) ku li nav axa Sûriyeyê ne.”