Li Fransayê bi çekan hêrisî dawetê kirin

01 tîrmeh 2024 00:44
Li Fransayê bi çekan hêrisî dawetê kirin

PeyamaKurd - Li bajarê Thionville yê Fransayê, di encama hêrişeke çekdarî ya li dijî dawetekê de kesekî canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Şeva borî nîvê şevê li dijî daweteke li Thionville ku nêzîkî sînorê Fransa û Almanya ye, hêrişeke çekdarî pêk hat.

Radyoya France Info ragihand ku xwediyên dawetê Tirk in û diyar kir ku hêrişkar piştî hêrişê bi otomobêleke 4x4 reviyane.

Li gor agahiya ku Serdozgeriya Nancy ya ku di derbarê hêrişê de lêkolîn dike, di demjimêr 01.00ê de 3 kesên hêrişkar bi maskên reş û 2 kalaşnîkove û çeka fîşekan li ber salona dawetê ya bi navê "Qesra Edenê" bi ser girseye de gulebaran kirin.

Serdozgeriyê ragihand ku di hêrişê de ciwanek jiyana xwe ji dest daye, 3 kes bi giranî birîndar bûne, xetereya jiyana wan didome û 2 kes jî bi sivikî birîndar bûne.

Rojnameya herêmî Le Republicain Lorrain nivîsand ku yek ji kesên bi sivikî birîndar bûye jineke ducanî ye û ew hê ji şoka hêrişê derneketiye.Li gorî rojnameyê, dema ku tîmên rizgarkirinê hatine cihê bûyerê, hêrişkaran berê xwe dane cihê bûyerê.

Serdozgeriyê diyar kir ku Gerînendehiya Tawanên Organîze û Taybet a Moselê berpirsyariya bûyerê girtiye ser xwe û da zanîn ku kiryar bi angaşta "kuştina bi sûcê rêxistinî û hewla kuştinê" têne tawanbarkirin.