Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ji cihûyên ûltra-ortodoks xwestiye ku tev li artêsê bibin
PeyamaKurd – Wezîrê nû yê Parastinê yê Îsraîlê, Îsraîl Katz roja înê destûr daye pêşnûmeyekê armanc dike 7 hezar cihûyên ûltra-ortodoks, ku weke “haredîm” jî tên zanîn, tev li artêşa îsraîlî bibin. Armanca vê pêngavê ew bûye ku barê leşkerên birêkûpêk sivik bibe.
Daxuyaniyeke Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihandiye “artêş dê piştgiriyê bide haredîman ji bo ku di parastina şêwaza jiyana xwe ya olî bikin.”
Cihûyên ûltra-ortodoks % 12ê nifûsa Îsraîlê pêk tînin û wan piştgiriyeke girîng daye Serokwezîr Binyamîn Netanyahû ku soz dabû wan ji xizmeta leşkerî ya mecbûrî azad bike. Lê ji ber berfirehbûna şer, 4 partiyên siyasî yên Îsraîlê ji bo betalkirina vê yasayê kirine .
Generalê artêşê yê berê Benny Gantz ku di destpêka vê salê de ji kabîneya şer a Netanyahû îstifa kiriye, ev pêngav erênî dîtiye û li ser hesabê xwe yê Xê nivîsandiye: “Em di şer de ne, heçî kesê ku karibe xwe ji bo artêşê qeyd bike, divê li benda fermanekê nemîne.”
Hate zanîn ku serokê mixalefetê Yair Lapid jî ev pêngav bi erênî nirxandiye û hurmeta xwe ji bo wê ragihandiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin