Wezîr Koca ragihand ku seferên Brezîlyayê dan rawestandin

23 rêbendan 2021 03:08
Wezîr Koca ragihand ku seferên Brezîlyayê dan rawestandin

PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku piştî vîrusa bi mutasyon li Brezîlyayê hat dîtin, seferên balafiran bo wî welatî hatine rawestandin. Tirkiye berê jî bi sedema vîrusa guherandî seferên bo Brîtanya, Danîmarka û Afrîka Bakûr dabûn rawestandin.

Di van rojên dawiyê de li welatê Brezîlyayê vîrus gelek zêde belav bû û gelek dewlet seferên balafiran bo wê dane rawestandin.