Wezîr Koca bo asiyê roj û jimareyan ragihand

19 mijdar 2020 04:58
Wezîr Koca bo asiyê roj û jimareyan ragihand

PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca roj û jimareya derziyên aşiya koronayê da. Koca di komisyona budçe û planê ya meclisa Tirkiyê de axifî û got ku dê şîrketa Pfizer û BioNTech ê 1 mîlyon doza bide Tirkiyê weha dewam kir:

“Dibe di nava salê de 1 mîlyon doz bide û di vê çarçoveyê de hevdîtinên me hene. Dibe heya 25 mîlyon doz bidin me. Bo aşiya Çînê em ê karibin heya 10 mîlyon dozan bikirin. Em hevdîtinan dikin da di nava salê de heya 25 mîlyon doz bistînin. Di meha sala yekê ya bê de dibe jimara dozan bigihê du qatî. Wê di nava yek an 2 rojan de peyman bên îmzekirin.”

Wezîr Dr. Fahrettin Koca bo aşiya grîbê jî axifî û beyan da. Di beyana xwe de weha got:

“ Tirkiye sala borî 1 mîlyon û 300 hezar doz aşiya grîbê amade kir lê ya ku serf kiriye 1 mîlyon û 100 hezar doz e. Jimara ku em di aşiya grîbê de zêde bikin gelek kêm e. Di vê pêvajoyê de me derxist heya 2.3 mîlyon dozan. Heya niha me 600 hezar aşi ya grîbê kiriye.”

Koca got ku aşiya Tirkiyê bi xwe wê di meha nîsanê de derê û li hemberê rexneyan bertek nîşan da. Koca weha got:

“Ji 9 ê temmûzê û vir de jimara nexweşên me yên halgiran 8 car zêdetir bû. Kesên ku li malê semptoma wan nîne bo we girîng e.”

Koca mizgîna xebatkarên nû yên tenduristiyê jî da û got:

“Di rojên pêşiya me de em ê bi peyman 12 hezar xebatkarên tenduristiyê bistînin kar. Girtina xebatkaran wê li gor pûwanên ezmûna xebatkarên giştî be û 7 hezarê wan dê hemşîre bin.”