Wezareta Xezînê ya Amerîkayê seredana Tirkiyê dike
28 rêbendan 2023 23:35
PeyamaKurd - Ji wezareta Xezînê ya Amerîkayê di asta bilind de hinek rêvebir di bin serpereştiya Brian Nelson de wê seredana Tirkiyê û Rojhilata Navîn bikin. Tê gotin ku wê heyeta Amerîkayê ji Tirkiyê bixwaze da bi wan şîrketên ku li ser wan ji bo Rûsyayê dorpêç hene, bi wan re kar nekin. Li gor ragihandina ajansa Reutersê; Brian Nelsonê ku musteşarê wezareta xezînê ya Amerîka ku ji karên terorê û îstîxbarata darayî berpirse, wê di navbera 29 ê vê mehê heya 3 yê sibatê seredana Tirkiyê, Umman û Îmaratan bike.
Di seredanê de dibe ku hişyariyê bidin şîrket û kesên ku bi şîrketên Rûsya re yên ku li ser wan dorpêç hene, bêjin ku wê nikaribin bikevin bazara Amerîkayê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ji wezareta karên derve ya DYAyê John Bass seredana Tirkiyê dike
08 rbn 2025
Kurdistan
Wezareta darayî û xezînê ya Tirkiyê plan dike ku xwe bike deyndarê bazara nav welat
29 tbx 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin