Wezareta Rewsenbîrî: Soveniya di rêzefîlmê ATVê de karekî dijminane ye, em sermezar dikin

08 hezîran 2022 17:57
Wezareta Rewsenbîrî: Soveniya di rêzefîlmê ATVê de karekî dijminane ye, em sermezar dikin

PeyamaKurd - Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser sivikatî û heqaretên rêzefîlma Tirk a di kanala televîzyona ATV ya Tirkiyê de hatibû weşandin û rastî bertek û nerazîbûnên raya giştî ya Kurd hatibû daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Kurdistanê îro 8ê Hezîranê li hember beşa rêzefîlma ‘Yalniz Kurd-Gurê Bitenê’ yê kanala ATVê ku bi diyalogên şovenî û nijadperestî êrîşî statuya Herêma Kurdistanê kiribû, daxuyaniyek belav kir û ew kar wekî dijminane bi nav kir.

Di daxuyaniya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan de hat gotin: ‘’Yalniz Kurd ango Gurê Bitenê behsa dîroka Tirkiyê û şerê navbera Tirkiyê û PKKê dike. Herwaha behsa guhertinên li navçeyê û rola Amerîkayê dike. Di gelek beşên din de bi henaseyekî dijminane behsa kurd û Herêma Kurdistanê dike û hemû kartan têkel yek dike û heta digehe asta têkel kirina li gel DAIŞ a terorîst jî. Bo nimûne di beşa 19ê de ku roja 03.06.2022yê hat weşandin de, di dîmenekî de behsa dadgeh kirina tirkekî ku li dadgeha Herêma Kurdistanê tê darizandin dike û di dadgehê de Ala Kurdistanê û wêneyê Serok Mesûd Barzanî hatiye danîn, sivikatiyê bi xebat û hêmayên gelê kurd dike û hikûmeta Herêma Kurdistanê wek nerewa pênase dike û dibêje erdnîgariyek bi navê Kurdistanê tine. Mûsil û Kerkûk du bajarên Tirkmenan in û şeqama herî mezin a Hewlêrê jî navê wê Muzafereddîn Gokboru ye ango amaje dike ku Hewlêr jî bajarekî Tirkmenan e.

Di beşeke din a daxuyaniya Wezareta Rewşenbîrî de hatiye gotin: ‘’Herêma Kurdistanê pêkhateyeke destûrî ya Iraqê ye. Axa pêkvejiyana olî û netewî ye. Konsolxaneya giştî ya Tirkiyê li Herêma Kurdistanê heye, sedan hemwelatî û şîrketên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kar dikin û berjewendiya hevbeş û cîranan kom dike li gel hemwelatiyên Kurdistanê û bi kurd û tirkmen, suryan û ereb û bi hemû ol û pêkhateyan ve kom dike.

Di berdewamê de hat diyarkirin: ‘’Li gel me ew rêzefîlme sivikatiyyê bi hemû wan rastiyan dike û ziyanê digehînê û dûre ji nirxên hunerî ku di bingeh de jî huner peyama aştî û pêkvejiyanê ye. Qebûl kirina cudayiyan e, ne ku rêgezperestî û şovenîstî û tine kirina yê hember e.”

Wezareta Rewşenbîrî qala rêzgirtina li cudahiyan û pêkvejiyanê kir û da zanîn: “Baweriya me ya bi temamî heye ku pêwîste em hemû rêzê li cudayiyan bigrin û wek du cîran bi biratî pêkve bijîn. Herwaha hêvîdarin hikûmeta Tirkiyê jî rê li wê helmeta berevajî kirinê bigre ku ji aliyê hin xelkên xwedî kîn di dil û nijadperest ve tê kirin û hewl didin pêwendiyên di navbera gelan de aloz bikin.”

Wezareta Rewşenbîrî diyar kir, “Em dizanin ew rêzefîlm û rêzefîlmên din ên wekî wê, ku berê jî berhem hatibûn û ji bo razî kirina çîneke fikirteng e û derveyî ziyan gehandina nirxên cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş û bingehên mirovî û navnetewî yên pêwendiyên di navbera gelan de ti tiştekî din nikarin bi berhem bînin.”

Dawiyê jî hat destnîşankirin: “Em nerazîbûna xwe digihînin saziya ew rêzefîlm berhem aniye û ATV û temamê karmendên wê fîlmê, ji ber sivikatî û belav kirina tovê şovenîzmê û kêm dîtina yê hemberê xwe şermezar dikin.”

Bi fermî nikarin, bi fîlman heqaretê dikin!