Wezareta Pêsmerge: Wê Macron peyama pistevaniyê bigihîne Serok Barzanî

26 tebax 2021 20:09
Wezareta Pêsmerge: Wê Macron peyama pistevaniyê bigihîne Serok Barzanî

PeyamaKurd - Berpirsê saziya rewşenbîrî û hişyariya Wezareta Pêşmerge Emîd Osman Mihemed serdana sibe ya Serokomarê Fransayê Emannuel Macron a bo Kurdistanê nirxand û got, serdana Macron a herêma Kurdistanê girîng e û wê Macron peyama Fransayê ya piştevaniya Pêşmerge bigihîne serok Barzanî.

Berpirsê saziya rewşenbîrî û hişyariyê wezareta Pêşmerge Emîd Osman Mihemed ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Fransa hêzeke çalak bûye li herêma Kurdistanê û ji gelek aliyan ve hewkariya Pêşmerge kiriye. Bi taybet hewkariya çek û dayîna zanyarî û perwerdê û ji aliyê şêwirmendî û perwerdeya li qadê de gelek çalak bûn. Li Hewlêrê perwerdeya yekîneyekî hêza bejayî dawî pê anîn û gelek cureyên perwerdê dan Pêşmerge. Ji aliyê şêwirmendiyê ve jî şiyaneke baş pêşkeşî Pêşmerge kirin. Herwaha gelek aliyan de hewkariya dîwana wezaretê kirine, ew şêwirmendên li vê derê ne şiyanên xwe xistin xizmeta Pêşmerge.”

Emîd Osman Mihemed got: “Hêvîdarim Fransa wek hevpeymana navnetewî şiyanên xwe zêde bike û ji aliyê şêwirmendî û perwerdê ve alîkariya Pêşmerge bike û Fransayê piştevanî li doza rewa ya gelê kurd kiriye û Serok Barzanî hem serok û hem fermandarê li qadê bûye. Di nav qada şer de bûye. Barzanî îdarekirina hêz û şiyana xwe di şer de gelek mezin bûye, ev yek jî bûye hewsengiya navçeyê û di vê serdanê de jî her peyameke wan hebe dê bi rêya serok Barzanî ve be.”

Macron, piştî zîrweya Bexdayê wê seredana Kurdistanê bike