Macron: Em ligel Tirkiyeyê, di nav pistevaniyê de ne
PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, piştî civîna bilind a awarte ya rêberên Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê daxuyaniyek da çapemeniyê. Macron, di daxuyaniyê de bal kişand ser erdhejên ku li bajarên bakur, rojava û Suriyeyê çêbûn û bûn sedema wêraniyên mezin.
Emmanuel Macron, di derbarê erdhejên li Mereşa bakurê Kurdistanê ku wekî “karesata sedsalê" tê pênasekirin de axivî û got,
"Ez ji bo erdheja dijwar a ku li Tirkiye û Suriyeyê rû da û mexdûrên wê, piştgirî û piştevaniya xwe ragihînim."
Macron bi bîr xist ku ew roja erdhejê li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan geriyaye û li ser navê Fransayê sersaxî xwestiye.
Serokomarê Fransayê Macron destnîşan kir ku Fransa jî di nav de gelek welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ekîba parastina sivîl şandine.
Macron bal kişand ku tîmeke ji 140 kesî ji welatê wî beşdarî xebatên rizgarkirinê yên li Tirkiyeyê bûne û destnîşan kir ku ew amade ne li gorî hewcedarî û pêşaniyan wekî hevgirtinê alîkariyê zêde bikin.
Emmanuel Macron diyar kir ku di lûtkeyê de li ser zêdekirina reqabetê ya pîşesaziya Ewropayê ya li hemberî berhemên Amerîkayê û mijara koçberan axivîn û li ser pirsa rojnamevanan îhtimala şandina balafirên şer ji bo Ukraynayê li ser maseyê ye.
Macron teqez kir ku ev vebijêrk dê di hefteyên pêş de pêk neyê û diyar kir ku ger biryar bê dayîn jî ev vebijêr pêwîstî bi pêvajoyek heye, pêvajoya perwerdekirina pîlotên Ukraynayî jî di nav de ye.
Macron amaje bi grev û xwenîşandanên girseyî yên li dijî reforma malnişîniyê ya nakok li wî welatî ji meha çileyê ve kir, daxwaz kir ku parlamento û Senato kar bikin û xwepêşandan li welêt nekeve bin dorpêçê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin