Wezareta Pêsmerge: Bexda bixwaze dikare Hesda Seibî kontrol bike!

12 tîrmeh 2021 18:31
Wezareta Pêsmerge: Bexda bixwaze dikare Hesda Seibî kontrol bike!

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Osman Mihemed li ser rêkeftina Hewlêr û Bexdayê diyar kir, nabe Heşdî Şeibî û grubên çekdar bibin cihê metirsiyê li ser Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Osman Mihemed ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Mixabin daxuyaniyên eşkere û gefxwarin ji aliyê Heşdî Şeibî ve têne kirin û behsa tolhildanê dikin û bertek jî gelek in, lê dîsa jî rewşa Iraqê ber bi neseqamgiriyê ve diçe.”

Mihemed got: “Pêwîste hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bê çalakirin û Hêzên Hevpeyman jî rola xwe li herêma Kurdistanê zêdetir bikin. Ji ber ew gefxwarin wisa kiriye terorîst zêdetir bibin û metirsî heye grûbên din jî bikevin nav aloziyan. Eger hikûmeta Iraqê nikare rewşê kontrol bike, eşkere ye ku rewş xirabtir dibe. Ji ber ew Heşdî Şeibî û milîsên çekdar di bin sîbera hikûmeta Iraqê de kar ji bo têkdana rewşê dikin.”

Berdevkê Wezareta Pêşmerge diyar kir: “Peyam wisa diyar dikin ku eger ew grûb wiha berdewam bikin, grûbên din jî dê bikevin nav aloziyan. Ji ber wê Hêzên Hevpeyman di vê derbarê de hatine ser xetê û daxwaz dikin, Bexda parêzgeriyê li hêzên hevpeyman û serweriya xwe bike.”

Osman Mihemed destnîşan kir: “Eger Bexda bixwaze dikare Heşdî Şeibî kontrol bike. Di vê derbarê de jî me daxwaz ji Bexdayê kiriye, ew grûbên metirsîne li ser asayîşa deverê ji navçeyên cihê nakokî li ser bên dûrxistin.”