Sanda Wezareta Pêsmerge ji bo destbikarbûna 2 lîwayên hevbes çû Bexdayê
23 tebax 2023 21:14
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 23yê Tebaxê şandeke Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çû Bexdayê daku karûbarên fermî yên destbikarbûna du lîwayên hatine damezrandin bi encam bikin.
Biryar e şanda Wezareta Pêşmerge derbarê temamkirina rêkarên îdarî, mûçe, budce û pirçek kirina du lîwayên hevbeş de gotûbûjê ligel Wezareta Berevanî û operasyonên hevbeş a Iraqê bike.
Hate zanîn ku dê şanda Wezareta Pêşmerge bi armanca temamkirina rêkarên destbikarbûna du lîwayên hevbeş çend rojan li Bexdayê bimîne,
Hêjayî bibîrxistinê ye, li gor yasaya budçeyê divê vê mehê du lîwayên hevbeş dest bi kar bikin ku nêzîkî 3 sal in biryara damezrandina wan hatiye dayîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Sanda Teknîkî ya Wezareta Darayî ya Kurdistanê bi Sanda Iraqê re civiya
28 nsn 2024
Kurdistan
Sanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ligel Wezareta Petrola Iraqê civiya
19 sbt 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin