Wezareta Navxwe: Ew kesê heqaret li mezinê Sîeyên Iraqê kiribû hat girtin

28 adar 2022 14:29
Wezareta Navxwe: Ew kesê heqaret li mezinê Sîeyên Iraqê kiribû hat girtin

PeyamaKurd Wezareta Navxwe yê Kurdistanê diyar kir, ew kesê heqaret li mezinê Şîeyên Iraqê (lêveger) kiribû, ji aliyê hêzên ewlehiya Kurdistanê ve hat girtin.

Li gor Wezareta Navxwe ya Kurdistanê daye zanîn, şeva borî kesekî bi navê Nayîf Kurdistanî di çend twîtan de (xwe wek endamê PDKê dabû nasîn) heqaret li mezinê Şîeyên Iraqê kir, piştî wê yekser fermana girtina wî hat dayîn.

Wezaretê destnîşan kir, ew kesê han tenê nêrîna xwe ya şexsî aniye ziman û girêdayî tu partî û aliyekî nîne û nûnertiya hikûmet û gelê Kurdistanê nake, ji xwe nêrîn û siyaseta hikûmet û gelê Kurdistanê li ser mijarên han eşkere û li ber çavan e.