Wezareta Navxwe: Kesên ku xelkê ji xweparastinê dilsar bikin dê bên sizadan

27 nîsan 2020 16:57
Wezareta Navxwe: Kesên ku xelkê ji xweparastinê dilsar bikin dê bên sizadan

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hişyarî da berprisan û ragihand, her kesê berovajî rênimayiyên Wezareta Tendirustiyê daxuyaniyan bide û xelkê ji cîbicîkirina wan rênimayiyan dilsar bike, dê bên sizadan.

Wezareta Navxwe di daxuyaniya xwe de dibêje, Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê tekezî li wê yekê dike, ku heta niha jî metirsiya belavbûna vîrusa koronayê berdewam e û nabe serok yan endamên Jûra Operasyonan daxuyaniyên wisa bidin ku hemwelatiyan ji cîbicîkirina rênimayiyên xweparastinê dilsar bikin.

Wezarta Navxwe hişyariyê dide û dibêje, her kesek bi arasteya dilsarkirina xelkê ji xweparastina ji koronayê daxuyaniyê bide, li hember gotinên xwe berpirsyar dibe û bên sizadan.

Daxuyniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji heft xalan pêk tê, ku bi vî awayî ye:


  • Wezareta Tendirustiyê tekez dike, ku heta niha metirsiya belavbûna koronayê berdewam e, lewma nabe serok yan endamên Jûra Operasyonan daxuyaniyênn ber bi arasteya dilsarkirina hemwelatiyan di cîbicîkirina rênimayiyên xweparastinê de bidin û her kesek ber bi vê arasteyê be daxuyaniyê bide, dê berpirsyar be.
  • Vekirina cihên xizmetguzarî û bazirganî li parêzgeh û îdareyên serbixwe li gor ew desthilatên ku bi parêzgaran û serpireştên îdareyên serbixwe hatine dan, nabe bibe egera xemsariya di cîbicîkirina rêkarên xweparastinê de.
  • Pêwîst e li her cihekê mesafeya navbera du kesan ji 1.5 metran kêmtir nebe û divê hemwelatî, xwediyên cihên xizmetguzarî û bazirganî, lepik û maskan bikar bînin.
  • Pêwîst e jûrên operasyonên parêzgeh û îdareyên serbixwe lidûvçûnên temam bo cîbicîkirina rêkarên xweparastinê bikin û her cihek pabend nebe, dê were girtin.
  • Em hemwelatiyan agahdar dikin ku pabendî rênimayiyên xweparastinê bibin, daku em vê rewşê bi hev re derbas bikin û em neçar nebin dest bi girtina cihên xizmetguzarî bikin ku dibin sedema metirsiyan li ser tendirustiya giştî.
  • Jûrên Operasyonan raportekê amade dikin li ser asta pabendbûna hemwelatiyan bi rênimayiyên xweparastinê li cihên giştî û di nava 24 demjimêran de wê raportê ji Wezareta Navxwe re dişînin.
  • Her ji roja derketina vê daxuyaniyê ve, biryarên wê tên cîbicîkirin.”

Daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di demekê de ye, ku her îro 3 haletên nû yên pêketina bi koronayê li herêmê hatin tomarkirin.Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê aşkere kiriye, ku kesek li Duhokê û du kes jî li Hewlêrê bi vîrusa Covid-19 ketine.