Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê Pêsmerge de daxuyaniyek da

03 gulan 2019 12:36
Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê Pêsmerge de daxuyaniyek da

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve ya Amerîkayê Denis Natalî ragihand ku têkoşîna bi rêxistina terorîst DAIŞê bi dawî nehatiye û ji ber vê yekê jî dê Amerîka bi berdewamî piştgiriya hêzên îraqî û Pêşmerge bike.

Denis Natali li Washingtonê di panela bi navê ‘Seqamgirî û Iraq’ de axivî û diyar kir ku di warê leşkerî de ew dê bi berdewamî piştgiriyê bidin Pêşmerge.

‘XAKÊN DAIŞê DAGÎR KIRIBÛN PIŞTGIRIYA HEVPEYMANÊN ME HATIN RIZGARKIRIN’

Natalî destnîşan kir ku têkoşîna li dijî DAIŞê bi tevahî ji holê ranebûye û got, “wekî ku hûn jî dizanin tevahiya xakên Sûriyê û Îraqê ku DAIŞê dagîr kiribû hatin vegerandin. Ev jî bi piştgiriya hevpeymanên me pêk hat.”

‘FIŞARA DAIŞê HÊJ DEWAM DIKE, NÎŞANEYA HERÎ ZELAL VÎDEOYA BEXDADÎ YE’

Fişara DAIŞê hêj dewam dike. Nîşaneya herî zelal vîdeoya serokê rêxistinê Ebûbekir Bexdadî ye ku çend roj berê hariye weşandin. Hevpeymaniya navdewletî heta ku bi temamî dawî li DAIŞê neyê dê têkoşîna me berdewam be.”