Wezareta Derve ya Tirkiyeyê derbarê parêzgerê nû yê Kerkukê de daxuyaniyek da
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, di peyama ku derbarê parêzgerê nû yê Kerkukê de belav kir de ragihang ku “Mafê parêzgeriya bo tirkmenan mafeke rewa ye û dereng mayî ye.”
RûpelNews - Serokê Enîya Tirkmenên Iraqê Mehmet Seman Agaoglu, piştî wergirtina belgeya xwe ya tayînkirinê ji Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî, bi awayekî fermî erka xwe wekî Parêzgerê Kerkukê wergirt.
"Pêşketineke girîng ji aliyê nûnertiya adil û ahengiya civakî ve"
Di daxuyaniyekê de wiha hat gotin:"Em vê yekê wekî pêkanîna derengmayî ya mafekî rewa ji bo hevwelatiyên me yên tirkmen dibînin. Tayînkirina parêzgarekî tirkmen ji bo Kerkukê, bajarekî ku bi pirrengiya çandî û piralî tê nasîn, ji aliyê tevlêbûn, nûnertiya adil û xurtkirina ahengiya civakî ve pêşketineke gelek girîng û dîrokî ye."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev yek di heman demê de wekî pêkanîna derengmayî ya mafekî rewa ji bo hevrêyên me yên tirkmen, ên ku hem beşekî yekpare yê Iraq û hem jî yê Kerkûkê ne, tê dîtin.
"Waliyatiya dor bi dor"
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Parvekirina postên rêveberiya payebilind li Kerkûkê, ku li ser bingeha lihevkirina di navbera komên pêkhatî de ye, ne tenê ji bo tirkmenan lê ji bo hemû hêmanên ku Kerkukê pêk tînin, destkeftiyeke adil û wekhev e.”
Hat diyarkirin ku ev pêşketin dê ji bo aştî, ewlekarî û bexteweriya gelê Iraq û Kerkukê bibe alîkar.
