Wezareta Darayî: Wê di Newrozê de jî proseya dabeskirina mûçeyan berdewam be
PeyamaKurd – Hikûmeta Kurdistanê diyar kir, di rojên bêhnvedana Newrozê de jî, wê dabeşkirina mûçeyê karmendan berdewam be.
Li gor Wezareta Darayî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê daye zanîn, dabeşkirina mûçeyê meha Sibata îsal berdewam e û wê di rojên bêhnvedana Newrozê de jî ev prose berdewam be.
Herwiha Wezaretê eşkere kir, rojane lîsteya dabeşkirina li ser malpera fermî û rûpelên fermî yên Wezaretê tê belavkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin