Wezareta Çandiniyê derbarê hêkan de hisyariyek da: Wan hêkan nekirin

16 gulan 2019 16:34
Wezareta Çandiniyê derbarê hêkan de hisyariyek da: Wan hêkan nekirin

 PeyamaKurd - Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê daxwaz ji welatiyan kir, wan hêkên ku li ser wan roja derketinê û mawayê dawî yê xwarinê nehatibin nivîsandin, nekirin.

Berpirsê qerentînê li Wezareta Çandinî ya Kurdistanê Cemal Şukur ji televîzyona medya Kurdistanê re gotiye, car caran hin kargehên ku hêkan tiştekî li ser hêkan nanivîsin. Ev yek binpêkirina pîvanên tenduristiyê ye.

Cemal Şukur her wiha gotiye, ji ber wê jî metirsiya xirabûna wan berheman heye. Bila welatî dema hêkan dikirin, hişyar bin û ew hêkên ku li ser wan roja derketinê û mawayê bikaranînê nehatine nivîsandin, nekirin.

Wî berpirsê wezaretê aniye ziman, eger kargehên ku hêkan difroşin, li ser behemên xwe roja derketinê û heyama bikaranînê binivîsin, bo wan jî baştir dibe çimkî berhemên wan dikare biçe derveyî Kurdistanê jî, eger wisa nekin destûr nayê dayîn berhemên wan derbasî deverên din yên Iraqê bibin.