Wesayîta dibistanê qeza kir: 3 kes mirin, 7 birîndar hene

15 gulan 2026 17:58

Li navçeya Saraykentê ya Yozgatê, otobuseke dibistanê wergeriya, di encamê de li gorî agahiyên destpêkê 2 xwendekar û ajokarê otobusê jîyana xwe ji dest dan û 7 xwendekar jî birîndar bûn.

Wesayîta dibistanê qeza kir: 3 kes mirin, 7 birîndar hene

RûpelNews - Qeza li herêma gundê Sogutlu ya navçeya Saraykentê qewimî. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, otobusa dibistanê, ku nasnameya ajokarê wê hîn nayê zanîn, dema ku ber bi gundê Sogutlu ve diçû, kontrola xwe winda kir û wergeriya.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 2 xwendekar û ajokarê otobusê mirine û 7 xwendekar jî birîndar bûn.

Waliyê Yozgatê Mehmet Alî Ozkan diyar kir, "Otobuseke dibistanê ku ji navçeya Saraykentê ber bi Söğütlü ve diçû, tevlî qezayek wesayîtek bû. Mixabin, di qezayê de 2 xwendekarên me û ajokarê otobusê mirin. 7 xwendekarên mayî birîndar in. Yek ji wan şikestî ye, yên din jî rewşa wan baş e." (aa)