Werzisvana Dêrsimî ku ji ber zazakiya xwe hatibû lînckirin daxuyanî da: Ev trajedîya miletekî ye!
PeyamaKurd – Keça 21 salî ya Kurd ji Dêrsimê ku piştî beşdarî bernameya TRT Kurdî bû û bi Zazakî axivî, ji ber lawazbûna axaftina wê ya Kurdî bertek hatibûn nîşandan, daxuyanî da.
Erîvan Barût, bertekên hatine nîşandan wekî lînckirin bi nav kir û got, “Li gorî min ev rewş trajediya miletekî ye. Di xebatên min ên ji niha şûnde wê teqez fêrbûna zimanê min hebe.”
Erîvan Barut ku weke şampiyonê Şampiyoniya Boksê ya Zankoyên Cîhanê, beşdarî bernameya bi navê Stêrkên Sporê ya TRT Kurdî bûbû û vîdyoya wê axaftina wê jî li ser medya civakî gelek belav bûbû.
Erîvan Barut, piştî bertekan û rojevbûna axaftina wê li ser hesabê xwe yê Twitterê ligel bersivdana bertekan, banga fêrbûna zimanê dayikê kir û got: “Em zarokên Dêrsimê ji zimanê xwe bêpar nehêlin”
Barut da zanîn: “Wek ku her kes dizane, ji ber formata bernameya ku ez di TRT Kurdî de beşdar bûm, ji min hat xwestin ku ez bi zimanê dayikê bi Zazakî (Kirmanckî) biaxivim. Min diyar kir ku ez nikarim bi başî bi zimanê dayikê biaxivim û bi qasî ku karibû min hewl da xwe bînim ziman. Paşê min ferq kir ku ez li ser medyaya civakî hatime lînckirin.”
“Ev rewş trajediya miletekî ye”
Erîvan Barut di daxuyaniya xwe de dibêje: “Ji kerema xwe re zarokên Dêrsimê ji zimanê me yê zikmakî bêpar nehêlin. Hemû ziman vedigerin serdemên pêşdîrokî û heta îro tên. Werin em vê kanzaya ku wek mîrat ji me re maye ji navçûnê rizgar bikin. Li gorî min ev rewş trajediya gelekî ye. Ji vir û pê ve fêrbûna zimanê min dê bê guman di nav xebatên min de be. Ez tenê kesek ji nifşên dawî yên bajarekî çiyayî me. Hejmara ciwanên ku wek min biyaniyê zimanê me ne, yan jî ji min xerabtir, ewqas zêde ye ku ez nikarim bînim ziman.”
“Ev pirsgirêka me hemûyan û civakê ye”
Werzişvana Erîvan Barut, hesabê TRT Kurdî jî tag kir û wiha got: “Ez werzişvaneke ciwan a Dêrsimî me. Ji ber ku Erîvan li cîhanê nûnertiya Dêrsimê dike, nayê wê wateyê ku ew ê karê xwe neke. Madem min aliyekî me yê ku ber bi têkçûnê ve diçe eşkere kir, ez dixwazim teşwîq bikim ku em li ser bifikirin ku ev pirsgirêka me hemûyan e, ya civakekê ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin