Şervanê kurd Sîpan Hiznî ê ku bi hovane hatibû kuştin hat veşartin

12 îlon 2026 18:36

Şervanê kurd ê ku endamê Artêşa Erebî ya Sûrî ku bi hovane hatibû kuştin li Hesekê ji aliyê bi hezaran kes ve hat veşartin. Di merasîma veşartina Sîpan Hiznî de li hemberî kujerên wî bertek hatin nîşan da û daxwaza cezakirina berpirsiyarên kuştina wî hat kirin. 

Şervanê kurd Sîpan Hiznî ê ku bi hovane hatibû kuştin hat veşartin

RûpelNews - Cenazeyê Sîpan Hiznî li goristana Şehîd Dijwar li parêzgeha Hesekê bi merasîmeke girseyekî hat oxirkirin.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata Sîpan û tevahî gelê kurd re hat xwestin. Her wiha Sîpan Hiznî bi silogana şehîd namirin spartin axê.

Sîpan Hiznî ango bi navê xwe yê din Samî Şêxmûs 10ê Îlonê li Hesekê hatibû revandin û dûv re bi kêrê hatibû serjêkrin û termê wî hatibû gulebarankirin.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji bo bertekan nîşan bidin derketin kûçe û kolanan.