Wêneyê Sîstanî li dezgehên fermî yên li Kerkûkê hatin daleqandin
PeyamaKurd - Li gorî biryara Fermandariya Operasyonên Taybet a Kerkûkê, pêwîst e li Kerkûkê wêneyên Elî Sîstanî li hemû fermangehên rêveberî, ewlekarî û wesayîtên leşkerî bê danîn. Ev biryar rastî nerazîbûn û karvedanên xelkê û aliyan hatiye.
Rêveberê berê yê polîsê navçe û nahiyeyên Kerkûkê Serhad Qadir, ragihand ku danîna wêneyên merciyê bilind ê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî li ser hemû dezgehên rêveberiyê, biryara Fermandariya Operasyonên Taybet a Kerkûkê ye û hêzên ewlekariyê yên li wî bajarê jî nikarin wê biryarê neyinin cî.”
Serhad Qadir got, “Hêzên polîs neçar in ku wan biryaran cîbicî bikin û nikarin li dijî wan biryaran tevbigerin û wan wêneyan bînin xwarê.”
‘Ji bilî wêneyên serokomar û serokwezîr danîna wêneyên kesekî din qedexe ye’
Ev biryara Fermandariya Operasyonên Taybet a Kerkûkê ya danîna wêneyên Elî Sîstanî li hemû fermangehan, di demekê de ye ku li Iraqê ji bilî wêneyên serokomar û serokwezîrên wî welatî, danîna wêneyên kesekî din qedexe ye.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Beşîr Hedad got ku hinek alî dixwazin li Kerkûkê bibin xwedî biryar û diyar kir, “Ew mezhebên diyar jî xwedî heman armancan in. Ev jî bi sernakeve, ji ber ku vê yekê pêkhateyên din jî nîgeran kiriye. Lê dibe bi rêkeftinan pirsgirêk werin çareserkirin.”
‘Biryar di nava xelkê de bûye cihê nerazîbûn û nîgeranîyê’
Li nav bazar û cihên giştî jî li ser wesayetên polîs û polîsê hatinûçûnê jî wêneyên merciyê bilind ê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî hatine danîn û ev yek jî bûye cihê nerazîbûn û nîgeraniyê li gel xelkê.
Ew biryara Fermandariya Operasyonên Taybet a Kerkûkê, weke ku bo heyama 2 demjimêran be, hatibû belavkirin, lêbelê ev maweyê hefteyekê ye, wêneyên Sîstanî li fermangehên fermî li Kerkûkê nehatine rakirin. Ew fermandarî tekez jî dike ku wêneyên Sîstanî nayên rakirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin