Wêneyê Serok Barzanî yê di vîdyoya hilbijartinê ya Saadetê de rastî bertekan hat
PeyamaKurd – Partiya Saadetê ku yek ji pêkhateya Hevpeymaniya Milet a Partiya Komarî ya Gel (CHP) pêşengiya wê dike, di vîdyoyeke kampanyaya hilbijartina serokomariyê de, wêneyê serdaneke salên berê ya Serok Mesûd Barzanî bo Diyarbekirê bikar anî.
Piştî belavbûna vîdyoya Partiya Saadetê ku ji bo rexnekirina Erdogan wêneyê serdaneke Serok Barzanî ligel Erdogan jî hatiye bicihkirin, gelek kesayet û welatiyên Kurdên Bakur bertekên tund nîşandan ku wêneyê serok Barzanî ji bo hilbijartinan hatiye bikaranîn.
#KararVer pic.twitter.com/tV1fZdzsap
— Saadet Partisi (@SaadetPartisi) May 18, 2023
Di vîdyoya Saadetê de, wêneyên Erdogan û gelek siyasetmedarên welatên wekî Îsraîl, Rûsya, Misir, Fethullah Gulen hin kesayetan hatine bicihkirin û siyaseta Erdogan a demkî û guhertok hatiye rexnekirin.
Lê belê tevî wan wêneyan bikaranîna wêneyê Serok Barzanî rastî nerazîbûna Kurdên Bakur hat ku ji aliyê gelek welatî û kesayetên Kurd ve li ser medya civakî bi tundî hate rexnekirin.
Saadet’e yakışmadı, çok ayıp etmiş!
— Mehmet Sanrı (@Mihemed) May 18, 2023
Saadet’in İstanbul’dan mvekili seçilen Başkan Yardımcısı Sn Bülent Kaya ile tanıştım son derece beyefendi bir Kürd!
Başkan Mesud Barzani’nin fotografının bu propaganda videosunda bu şekilde kullanmasına izin verilmemeliydi!
Kürd halkı Filistin… https://t.co/rfiMQDQpho

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin