Welatiyên Îranê ji bo bi bihayekî zêdetir gurçikên xwe bifrosin berê xwe didin Iraqê
PeyamaKurd – Hejmarek zêde ya welatiyên Îranê, ji bo bi bihayekî zêdetir gurçikên xwe bifroşin, Dolaran bistînin berê didin welatê Iraqê û li wî welatî gurçikên xwe difroşin.
Li gor zanyariyên ji nûçeyên belav bûne, hejmarek zêde ji xelkê Îranê bi sedema krîza aborî, kêmdahatî û hejariyê, neçar in beşek ji endamê laşên xwe wekî gurçikan bifroşin û ji niha ve ev bûye diyardeyek zêde û berçav di nava civaka Îranê de.
Di derheqê vê de Serokê Encûmena Piştevanî ji Nexweşên Gurçikan li Parêzgeha Kirmaşanê Husên Bîglerî diyar kiriye: “Beşek ji xelkê Îranê ji bo bihayekî zêdetir gurçikên xwe bifroşin, Dolaran bistînin berê didin welatê Iraqê û li wî welatî gurçikên xwe difroşin.
Herwiha diyar kiriye, di bajarên mezin ên Îranê de wekî bajarê “Tehranê” bihayê kirîna gurçikan girantir ji bajarên dinê ye, lewma beşek zêde ji wan kesan ji bo firotina gurçikên xwe ber wî bajarî ve diçin.
Îran yek ji wan welatan e ku destûra firotina endamê laşê mirovan hatiye dayîn, lê di piraniya welatên cîhanê de ev karek neyasayî ye û di warê zanistî û pizîşkî de jî hatiye qedexekirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin