Welatiyekî xelkê Duhokê li Stenbolê bi kêrê hate kustin

01 îlon 2024 15:05
Welatiyekî xelkê Duhokê li Stenbolê bi kêrê hate kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 1ê Îlonê welatiyekî navçeya Kelekçî ya Duhokê li ber hotêleke Stenbolê di encama pevçûnekê de bi kêran hate kuştin.

Li ber Otela Zurich a Stenbolê îro 1ê Îlonê şer di navbera 3 xortên Kurd ên navçeya Kelekçî de derket, yek ji wan bi kêran hate kuştin û yekî din jî hate girtin.

Welatiyê di pevçûnê de hatiye Hekîm Luqman ê temenê wî 45 salî ye û bavê 3 zarokan e.

Birayê wî yê tevlî pevçûnê bûbû jî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin.

Xizmên Hekîm Luqman diyar kirine ku ew sedema pevçûnê nizanin û polîsê Stenbolê jî ti daxuyaniyek derbarê bûyerê de belav nekiriye.

Hekîm û birayê xwe tevî pismamekî xwe ev çend roj in bi mebesta geştê li Stenbolê bûn. Lê îro danê sibê zêdetirî 10 kesan êrîşî wan kiriye û reviyane.

Hejmarek ji endamên malbata Hekîm Luqman jî ji bo vegerandina termê kurê xwe û lêkolînkirina bûyerê, ber bi Tirkiyeyê ve birê ketin.

Ji ber bi Kurdî axivî ye hate kuştin

Li gorî nûçeya Rûdawê pismamê Luqman, Ekrem Nesrulah li ser sedema kuştina wî gotiye: “Ji Dubaiyê çûye Stenbolê, li otelê ji bo 3 rojan cih veqetandiye. Dema xwe berdaye kafeya otelê bi pismamê xwe re bi Kurdî diaxive. 10-12 kes li wê derê ne. Dema dizanin ew Kurd in û bi Kurdî diaxivin yek ji wan radihêje kêrê û hema li ser dilê wî dixe. Beriya ku bigihe nexweşxaneyê emrê Xwedê kiriye.”