Welatiyekî Mêrdînê li girtîgehê mirî hat dîtin
Abdullah Yalçın, welatiyekî Mêrdînê ku li Girtîgeha Sêwerekê dihat girtin, di hucreya xwe ya tenê de mirî hat dîtin.
RûpelNews - Hate gotin ku Abdullah Yalçın, ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qeydkirî bû û wekî girtiyekî edlî di girtîgehê de dihat girtin, nêzîkî 10 rojan di hucreya tenê de mabû. Di agahiyên ku rêveberiya girtîgehê daye malbatê de, hatiye îdiakirin ku Yalçın xwe kuştiye. Piştî bûyerê, cenazeyê Yalçın ji bo otopsiyê ji bo diyarkirina sedema mirinê şandin morga Saziya Tiba Edlî ya li Amedê.
Piştî ku otopsî qediya, cenazeyê Abdullah Yalçın radestî malbata wî hat kirin. Yalçın li Goristana Yenî Mohrîs a Nisêbînê hat veşartin. Lêpirsîna bûyerê berdewam dike.
