Li Mêrdînê jin û mêrek di malê de mirî hatin dîtin

29 tebax 2026 14:59

Hat hînbûn ku li tax û gundê Kotêkê yê ser bi navçeya Artukluya Mêrdînê ve, Cihan Çogala û Metin Çogala ku hat diyar kirin jin û mêrê hev in, di mala xwe de mirî hatine dîtin.

Li Mêrdînê jin û mêrek di malê de mirî hatin dîtin

RûpelNews - Bûyer li navçeya Artukluya Mêrdînê rû da. Keskûkarên jin û mêrê ku ji bo demeke dirêj agahî ji wan nedihat girtin, bi alîkariya kilîtsaz derî şikandin û çûn hundir. Keskûkarên ku du kes li erdê bêliv dîtin, rewş ragihandin ekîbên 112 û polîsan.

Di lêkolîna hat kirin de hat tespîtkirin ku du kesên ku yek ji wan jin e jiyana xwe ji dest dane.

Welatiyên li derdorê diyar kirin ku jin ji aliyê hevjînê xwe ve hat gulebarankirin û piştre heman kesî dawî li jiyana xwe anî.

Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cinaze ji bo karûbarên otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.