Welatên Kendavê: Heta Îran têk biçe divê şer bidome
Hat îddîakirin ku welatên Kendavê yên ku rastî êrîşê Îranê tên daxwaz ji Amerîkayê dikin ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê neyên bidawîkirin.
RûpelNews - Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê di meha xwe ya duduyan de bênavber didome. Hat îddiakirin welatên Kendavê ku ji ber êrîşên Îranê zirarên mezin dibînin fişareke mezin li Rêveberiya Washingtonê dike ku heta Îran têk biçe şer neyê rawestandin.
Hevalbendên Amerîkayê yên welatên Kendavê di wê baweriyê de ne ku Îran hêj tek neçûye bi temamî lawaz nebûye ji ber vê divê operasyonên Amerîka û Îsraîlê divê her berdewam bibe da ku Tahran bi temamî tek biçe.
Bi taybet Erebîstana Siûdî û Îmarat fişar û zext li rayedarên Amerîkayê dikin ligel vê Kuweyt û BAhreyn jî piştgiriya vê dikin.
Rayedarên Amerîkayê der bar vê mijarê de nexwestin bersivekê bidin.
Çavkanî: AP
