Welatê Çînê yekem Pasaporta Covid-19 a dijîtal derxist
PeyamaKurd – Welatê Çînê ku yekem car vîrusa koronayê (Covid-19) dawiya sala 2019an lê peyde bûye, bawernameya tenduristiyê ji bo geştiyarên navxwe pêk anî ku bi navê "Pasaporta Vîrusê" tê naskirin.
Bawername dîjîtal e û zanyarî li ser lêdana derziyê û encamên pişkinîna vîrusê tê de hatine tomarkirin, niha hemû welatiyên Çînê dikarin bibin xwediyê wê bernameyê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê li ser vê mijarê gotiye: “Ev bawername ji bo başkirina aboriya cîhanê û hêsankirina geşta navbera sînoran e.”
Yekem car e ku li cîhanê bawernameyeke wisa tê pêkanîn ku niha Amerîka û Brîtanya jî hewl didin bawernameyeke wisa pêk bînin.
Yekîtiya Ewropayê jî bi pêkanîna belgenameyeke bi navê "Green Pas" e, ku dê bidin kesên derziya Koronayê wergirtine, da ku bikarin li nav Ewropayê û bo derveyî Ewropayê geştê bikin.
Herwiha guman hene ku bawernameya dîjîtal a li Çînê, ji bo çavdêrîkirina welatiyan were bikaranîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin