Tirkiyê ji Çînê 2 milyon kîtên piskinîna Covid-19ê kirîn û besa yekem gihist Stenbolê
PeyamaKurd – Tirkiyê ji Çînê 2 milyon kîtên pişkinîna virûsa korona nû (Covid-19) kirin û beşa yekemîn a wan kîtan îro gihişt Tirkiyê.
Dewleta Tirkiyê bi armanca têkoşîna li dijî vîrusa koronayê nû (Covid-19) ji Çînê kîtên ku vîrûsê zû tespit dikin kirîn û beşek ji wan kîtan îro Duşemê (23.03.2020) gihişt Tirkiyê.
Bi saya van kîtan di 15 deqeyan de pişkinîn têne kirin û di encamê de diyar dibe ku di maweyê 15 deqeyan de vîrus tê tespîtkirin.
Kîtên ku ji Çînê hatine kirîn, îro danê sibehê saet 04.0’an gihiştin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bakirkoyê ya Dr. Sadî Konuk ya li Stenbolê.
Hat zanîn ku Tirkiyê ji Çînê 2 milyon kîtên pişkînîna Covid-19ê kirînê û ew beşa ewil e ku gihiştiye Tirkiyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin