Wekîlê HDPê yê berê jiyana xwe ji dest da!

20 îlon 2018 16:12
Wekîlê HDPê yê berê jiyana xwe ji dest da!

PeyamaKurd- Wekîlê HDPê yê berê Îbrahîm Ayhan li Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê duh bi şev seet li dora 01:00ê jiyana xwe ji dest da.

Îbrahîm Ayhan serdemekê di BDPê de û du serdeman jî di HDPê de parlamenterî kiribû.

Hat ragihandin ku dilê Îbrahîm Ayhan sekiniye û jiyana xwe ji dest daye. Hermeta wî Rêzan Ayhan jî agahî piştrast kirin. Rêzan Ayhan wê here Herêma Kurdistanê û laşê zilamê xwe bistîne. Îbrahîm Ayhan wê li Ruhayê were veşartin.