Rayedarekî HDPê yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da

27 nîsan 2020 14:52
Rayedarekî HDPê yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd - Rayedarekî berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber bi vîrusa koronayê, li Stenbolê jiyana xwe ji dest da.

Selahattin Kiziltepe ku yek ji berpirsên berê yê rêxistinên HDPê li bajarokê Kopê yê ser bi parêzgeha Mûş a Bakurê Kurdistanê bûye, şeva Şemiyê ji ber bi vîrusa Koronayê ketibû, li nexweşxaneyeke Stenbolê jiyana xwe ji dest da.

Rewşa Kiziltepe herî întensîf bû, lê di van rojên dawiyê de rewşa wî ya tendirustiyê xirab bibûye û şeva Şemiyê jiyana xwe ji dest daye.

Li gor agahiyan, cenazeyê wî berpirsê HDPê yê berê her li bajarê Stenbolê hate veşartin.