Wê NATO û Yekîtiya Ewropa lêkolînê li ser çekên diçin Ukrayna bike
PeyamaKurd – Li gorî nûçeya rojnameya Financial Times, NATO û Yekîtiya Ewropa (YE) ji ber metirsiya qaçaxçîtiya çekan, wê lêkolînê li ser çekên ku bo Ukraynayê têne şandin bikin.
Di nûçeya FTyê de hatiye diyarkirin ku rayedarekî ragihandiye ku ew aqûbeta çekên diçin Ukraynayê nizanin û gotiye: “Çek pêşî diçin başûrê Polonyayê, ji wir jî bo sînor têne veguhestin û bi wesayîtên şexsî dibin nav erda Ukraynayê. Piştî vê derbarê wan çekan de em ne xwedî ti zanyarî ne. Ti fikrekî me nîne, gelo ew çek têne bikaranîn yan li sînoran mane.”
Rayedarekî NATOyê diyar kiriye ku ji bo danîna sîstema şopandina çekan çûne Kîevê û hevdîtin bi rayedarên Ukraynî re kirine daku kontrola wan çekên têne şandin bikin.
Ji 24ê Sibatê destpêka êrîşên Rûsyayê ve, heta niha herî kêm bi nirxê 10 milyar dolaran alîkariya çekan hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin