Wê masiyên Kurdistanê bikevin bazarên welatên Kendavê
PeyamaKurd – Li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê, projeyeke mezin a berhemanîna masiyan tê çêkirin ku niha %65ê wê projeyê temam bûye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 31ê Çile ragihand, girîngîpêdan û pêşvebirina zêdetir a berhemanînê, yek ji planên stratejîk a Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û di vê çarçoveyê de, mezintirîn projeya berhemanîna masiyan li Herêma Kurdistanê û Iraqê, li parêzgeha Duhokê tê çêkirin û %65ê kar bi dawî bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, armanca vê projeye, ji bo dabînkirina pêwîstiyên navxwe û pêşxistina wê heta astekê ku bikaribe hinardekirinê bo derveyî welat bike ye ku di qonaxa yekem de dikare salane 21 milyon masî û 1200 ton goştê masiyan berhem bîne.
Rêveberê projeya berhemanîna masiyan Şukrî Omer ji malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re daye xuyakirin: “Ev proje yek ji projeyên stratejîk e û temamkerê berhemanîna çandiniyê ye li Herêma Kurdistanê ku sermayeya wê 10 milyon dolar e, niha jî 500 derfetên kar ên rasterast û nerasterast ji bo welatiyan peyda kiriye.”
Şukrî Omer daye zanîn: “Ti projeyek berhemanîna masiyan li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi vî awayî û bi vê sîstemê nehatiye çêkirin, herwiha teknolojiya pêşketî tê de hatiye bikaranîn.”
Hat ragihandin ku rûbera projeyê, 229 donim e û ji hêlînera masiyan, taqîgeh, hewza qûmê û qefesa masiyan pêk tê. Wê kargehek ji bo berhemanîna êmê masiyan bê avakirin û piştî dabînkirina pêwîstiyên navxwe, di paşerojê de berhemên vê projeyê wê ji bo bazarên Iraq û welatên Kendavê bê hinardekirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin