Wê Îran kesekî bi tohmeta nîsandana cihê Silêmanî îdam bike

09 hezîran 2020 17:39
Wê Îran kesekî bi tohmeta nîsandana cihê Silêmanî îdam bike

PeyamaKurd - Saziya Dadweriya Îranê ragihand, wan cezayê darvekirinê daye kesekî ku bi sîxûriyê hatiye tawanbarkirin û têkiliya wî bi kuştina Qasim Silêmanî re heye.

Berdevkê Saziya Dadê ya Îranê Xulamhisên Îsmaîlî îro 9ê Hezîranê ragihand, di demeke nêzîk de, wê kesekî Îranî were bidarvekirin ku navê wî kesî Mihemed Musewî Mecîd e.

Li gorî ragihandina Îsmaîlî ew kesê ji aliyê Wezareta Îtla’et a Îranê û Îtaleta Artêşa Îranê ve hatiye girtin, bi tawana ku sîxûrê Amerîka û Îsraîlê ye û cihê Qasim Silêmanî eşkere kiriye hatiye sizadan.

Fermandarê Hêza Qûdsê ya Pasevanên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî di 3yê Çileya îsal de li balafirxaneya Bexdayê, di êrîşeke asmanî ya Amerîkayê de tevî Fermandarê Heşdî Şebî Ebû Mehdî El-Muhendis hatibû kuştin.