Wê EBRD li herêma erdhejê bi 1,5 milyar Euroyî veberhênanê bike

10 adar 2023 03:06
Wê EBRD li herêma erdhejê bi 1,5 milyar Euroyî veberhênanê bike

PeyamaKurd – Banka Îmar û Geşepêdanê ya Awrûpayê (EBRD) li herêmên erdhejê wê bi miqdarê 1,5 miyar Euroyî veberhênanê bike. Li gor ragihandina bankayê; ji bo avakirina herêma erdhejê ya ji nûh de û desteka sektora taybet biryara desteka 1,5 milyar Euroyê daye.

Di ragihandinê de, di paketa veberhênanê de, fînansmana ji bo bingehên veberhênanên avahiyên bingehîn, dayîna krediyan ya kargehên biçûk û orte dê bêkirin. 600 milypn Euro ji bo bankayane da kredî bidin kagehên biçûk û kesên veberhêner. Li ser mijarê dîrektorê EBRD ê yê Tirkiyê Arvid Tuerkner weha got:

“Ev erdhej sed sal zêdeye ku krîzekî weha xerab çênebûye. Bandora erdhejan li ser nûfûs û aboriyê gelek dijware.

EBRD, Tirkiyê û sektora taybet ji bo xwe li ser bingeha heyî ya Tirkiyê ava bike û xwe bide hev û ji nûh de ava bike, amadeye ku destekê bide.”

Tuerkner, ragihand ku desteka bi 1,5 milyar Euroyî ya EBRD ê girînge û nîşana girêdayîna bi Tirkiyê re ye.

EBRD, ji sala 2009an heya niha li Tirkiyê li dora 17 mîlyar Euroyê veberhênanê kiriye.