YEyê, bi miqdarê 1,8 milyar Euroyî destek dide veberhênana bataryan
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê ji bo zincîra amadekariya maddeyên xam ji bo bataryan dê bike û ragihand ku wê bi miqdarê 1,8 milyar Euroyî pere veqetîne. Armanca vê pêngavê; destekkirina enerjiya xwe nûh dike û ji bo mezinbûna di bazara alavên elektrîkî de ye.
Komîsyona YEyê ragihand ku ev biryar bi taybetî ji bo kêmkirina pêdiviyên madeyên xam yên bataryaye û dixwaze ewlehiya stratejik zêdetir bike. Di daxwuyaniya komisyona Yekîtiya Ewrûpa de weha hat gotin:
“Ji bo zincîra amadekarinê, peydakirina maddeyên xam yên bataryan û pêşdeçûna sanayiya otomotîvê ya Ewrûpayê, em ê bi miqdarê 1,8 milyar Euroyî pere veqetînin. Em ê hilberînerên otomotîvên Ewrûpayê di bin sîwanekî de bicivînin, wê sîwan alavên nesla nû, teknolojiyan, nivîs û doneyan pêşde bibe û di bicîhkirinê de destekê bide.
Wê ji sala 20235an û pê de guherîn bikeve temamê otomobîlan û emnisyona wan sifir be.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin