Wê Cîgirê Sekreterê Gistî yê Neteweyên Yekbûyî serdana Kurdistanê bike!
PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya UNAMI, hat zanîn ku Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên siyasî Rosemary Dicarlo gihîştiye Bexdayê û piştî vê serdanê, wê serdana Kurdistanê jî bike.
Têkildarî serdanê ji aliyê Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo karûbarên siyasî Rosemary Dicarlo, wê serdana Herêma Kurdistanê bike.
Di daxuyaniya UNAMI de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Rosemary Dicarlo wê di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de ligel rayedaran bicive.
Herwiha UNAMI diyr kir, Dîcarlo wê bi rêxistinên sivîl (NGO), rêxistinên jinan û ciwanan jî li Herêma Kurdistanê re jî bicive.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin