Wê AYM sibe biryara qebûlkirin yan jî redkirina doznameya girtina HDPê bide
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) piştî yekem lêkolîna raportor ku dozname ji bo bê qebûlkirin ji wan re şandibû biryara xwe dide.
Hat zanîn ku AYM sibe 21ê Hezîranê roja Duşemê, wê yekem nirxandina xwe li ser doznameya girtina HDPê ku serdozgeriyê pêşkeş kiriye bike û biryara erê yan jî nayê bo vekirina dozê bide.
Heger AYM doznameyê qebûl bike, wê parastina HDPê bê xwestin û piştre jî careke din biçe ber destê serdozgerê komarê Bekir Şahîn ku dozname amade kiriye.
Piştî parastinan wê heyeta dadgeha AYMê ku ji 15 kesan pêk tê, herî kêm bi deh dengan bikare biryara girtina HDPê bide.
Li gor doznameya hatiye amadekirin, ji bilî girtina HDPê qedexeya siyasetê ji bo zêdetirî 500 endam û rêveberên partiyê û qutkirina alîkariyên ji xezîneyê yên bo HDPê tê xwestin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin