Washington: Mafê me heye em bi tundî bersiva milîsên çekdar bidin
PeyamaKurd – General Frank McKenzie di daxuyaniyekê de diyar kir, dema milîs êrîşî ser baregehên serbazî yên Amerîka û hevpeymanan ên li Iraqê bikin, mafê wan heye ku bi tundî bersiva milîsên çekdar bidin.
Washingtonê da zanîn; dema milîs êrîşî ser baregehên serbazî yên Amerîka û hevpeymanan de li Iraqê bikin, mafê wan heye ku bi tundî bersiva milîsên çekdar bidin.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) General Frank McKenzie destnîşan kir, em ji bo her êrîşeke milîsên hevpeymanên Îranê, di amadebaşiyê de ne, tê çaverêkirin ku ew kom û milîs, bi rêya balafirên bêfirokevan êrîşî pêgehên me yên ne serbazî yên li Iraqê bikin.
General Frank McKenzie herwiha eşkere kir: “Artêşa Amerîkayê bi destûra fermî ya hikûmeta Iraqê li wî welatî kar dike, Îran jî gefeke mezin e li ser seqamgîriya Iraq û Rojhilata Navîn, hebûna Amerîkayê jî li wê herêmê, ji bo bersivdana çalakiyên Tehranê ye li wê herêmê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin