Wan | 43 kes bi sedema êrîsa doh hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Piştî êrîşa çekdarî ya doh 14ê Gulanê ya bi ser wesayîteke şaredariya navçeya Qelqelî (Ozalap) a bajarê Wanê ku 2 kes hatibûn kuştin, 43 kes li navçeya Qelqeliyê di encama operasyonên polîsan de hatin binçavkirin.
Li gorî zanyariyan di operasyona ser malan de Hevserokê rêxistina HDPê yê navçeyê Burhan Atmaca û 42 kesên din hatine binçavkirin ku di nav wan de endam û rêveberên HDPê jî hene.
Di êrîşa çekdarî ya ser otomobîla şaredariyê de, karmendekî şaredariyê bi navê Yildirim Demir û kesekî bi navê Kinyaz Karalioglu hatibûn kuştin û Taner Temizer jî birîndar bûbû.
Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar ew êrîşa ku PKK tê tawanbarkirin bi daxuyaniyekê şermezar kiribûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin