Li Ankara bi sedema rêxistina PKK ê 7 kes hatin binçavkirin

01 sibat 2020 02:42
Li Ankara bi sedema rêxistina PKK ê 7 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd- Li payîtexta Tirkiyê li Ankarayê bi sedema ku bo PKK ê xebitîne, 7 kes hatin binçavkirin. Operasyon bi serpereştiya serdozgeriya Ankarayê û bi hevkariya îstîxbarata asayîşê û tîmên antî terorê  hat kirin û dibêjin ku PKK di taxan de birêdixin lewra operasyon hatiye kirin.

Bi sedema ku di nava rêxistinê de wezîfa kûryeyê dikin, endamên rêxistinê dihewînin, bi hinek endamên rêxistinê yên derve re di nava têkiliyan de ne, serdozgeriya Ankarayê di derbarê 9 kesan de biryara binçavkirinê daye. Serê vê sibê di heman wextê de hêzên asayîşê avêtine ser 7 ciyan û 7 kes hatine binçavkirin lê du kes firarin û niha bo girtina wan xebat têkirin.