Walla: Serokwezîrê Îsraîlê û qralê Urdunê li Ammanê hevdîtin pêkanîne
PeyamaKurd – Rojnama Îsraîlê ya bi navê Walla ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett û qralê Urdunê Abdullah 2. li payîtexta Urdunê li Ammanê hevdîtinekî bi dizî pêkanîne. Rojnama Walla yê navê çavkaniya xwe negotiyê lê ragihandiye ku rêvebirekî berê yê Îsraîlê gotiye ku her dû lîder hefteya borî hevdîtin kirine.
Di xeberê de hatiye ragihandin ku hevdîtin gelkî baş bûye û her dû lîder di mijara danîna têkiliyên ji nûh de hemfikir mane. Di hevdîtinê de li ser mijara arîşeya avê ya Urdunê axifîne.
Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid, di seredana xwe ya îro ya bo Ammanê de, bi wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen es-Safedi re hevdîtin kiribû. Piştî hevdîtinê, wezareta karên derve ya Îsraîlê ragihandibû ku Lapid û Safedi lihev kirine da Urdun ji Îsraîlê 50 mîlyon m3 avê bikire.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin