Waliyê DAISê yê Enbarê hat desteserkirin
11 hezîran 2020 22:44
PeyamaKurd – Tora Medyayî ya Ragihandina Ewlekariyê ya Wezareta Berevaniya Iraqê ragihand ku di encama operasyonekê de parêzgarê DAIŞê yê çola Enbarê Elî el-Melacî hatiye desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Elî el Melacî di operasyona paqijkirina bermayîyên DAIŞê de hatiye girtin.
Hat diyarkirin ku di operasyona li herêma Huseyniyat a rojavayê bajarê Hîtê de, balafirên şer ên Iraqê jî piştgirî dane.
Hat ragihandin ku El Melacî amadekariya êrîşan li ser hêzên iraqî dikir ku piştî hatiye girtin derxistine pêşberî dadgehê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Waliyê Enbarê yê DAISê û du alîkarên wî hatin kustin
20 hzr 2022
Jiyan
13 fermanên desteserkirinê di lêpirsîna DAISê de hatin derxistin
28 cot 2025
Cîhan
Waliyê DAISê yê Enbarê yê bi navê Musena Xizir Setran hat kustin
18 sbt 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin