Walîtiya Amedê derbarê kustina Recep Hantas de daxuyanî da

15 nîsan 2019 14:54
Walîtiya Amedê derbarê kustina Recep Hantas de daxuyanî da

PeyamaKurd - Walîtiya Amedê derbarê kuştina ciwanê kurd Recep Hantaş de daxuyaniyek da û amaje kir ku, polîs xwastiye wan kontrol bike lê dema polîs xwestiye wan desteser bike, yek reviyaye û yê din jî teslîm bûye. Ew ê ku reviyaye ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin. Walîtiyê eşkere kir ku li ser wê bûyerê 2 polîs hatine desteserkirin.

Walîtiya Amedê bi daxuyaniyeke eşkere kir ku, navê xortê ku hatiye kuştin Recep Hantaş e, 20 salî ye û xelkê Licê bûye.

Di daxuyaniya de hatiye gotin "Bûyer demjimêr 03.20an li nava Parka Sumerê ya bajêr qewimiye. Polîsan xwastiye wan kontrol bike lê dema polîs xwastiye wan bigire, yek reviyaye û yê din jî radest bûye. Ew ê ku reviyaye ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin."

Walîtiyê herwiha da zanîn, ku li ser wê bûyerê Serdozgeriya Amedê  bi daxwaza desteserkirinê du polîs girtin.

Ji aliyê xwe ve jî, walîtiya eşkere kiriye ku lêpirsîna îdarî dane destpêkirin.

Birayê Recep Hantaş, Efe Hantaş duh diyar kiribû ku polîsan ji wan re gotiye ‘bi xeletî hat kuştin’ lê dibêje ev yek ne rast e lewra birayê wî berê jî jî aliyê polîsan ve hatibû tehdîdkirin.